Lînkên eksesibilîtî

Iran dê gazî kete diplomatê Iraqî li Tehranê liser girtina 4 Iranyan bi tawana sîxorîy - 2004-08-08


Iran dibêjit ew dê gazî kete diplomatê Iraqî li Tehranê liser girtina 4 Iranyan bi tawana sîxorîyê. Peyvdarekê wezareta derve ya Iranê got hikometa Iranê dixazît Iraq piştrast biket ku ew girtî raste sîxorin. Roja şembî wezareta navxoya Iraqê got her çar girtî bi gomana kiryarêt xirapkarîyê li Iraqê hatine girtin. Hejî gotinêye li meha borî wezîrê berevanî yê Iraqê Hazim El-Şalan gotbu ku Iran dûjmina jimare yeke bo Iraqê û Tehran xetabar kir ku maye têkirineka eşkera di karobarêt navxoyêt Iraqê diken, lê Iran vê tawanê ret diket.

XS
SM
MD
LG