Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadwerekî Iraqî fermana gitina siyasetvanê bi nav û dengê Iraqî Ehmed Çelebî û birazayê wî Selim Çelebî didet - 2004-08-09


Dadwerekî Iraqî fermana gitina siyasetvanê bi nav û dengê Iraqî Ehmed Çelebî û birazayê wî Selim Çelebî didet. Lê Salim dibêjêt jiyana wî dê li wî da metirsîyê debît eger bihête zîndanî kirin.

Salim Çelebî ku nîke li Inglistanêye, ew tometên ku dibêjin wî wezîrê berê abûrîyê Iraqê kuştîye bi bê mana daynasîn. Evro Dûşembî wî gûte radiyo Ingilistanê wî divêt vegerêtev Iraqê da pişt rast biket ew bê gûnahe lê karê wî wekê rêveberê dadgeha.

Dadgehî kirina dîktatorê berî Saddam Hussain bo heye jiyana wî li metirsîyê danêt eger bihête zîndanî kirin. Karbidestên Inglistanê dibêjin ew birêz çelebî teslîmê Iraqê naken.

Ahmed Çelebî bi tometa tezwîrê fermana girtina wî hatîye dan. Wî ev tomete ret kirin û evro gut ew li van rojên bihêt li Iranê dê vegeryêtev Iraqê.

XS
SM
MD
LG