Şerê navbera hêzêt Amrîkî û mîlîtanêt Şîa'a yêt ser bi melay tûndrê Mûqteda El-Sedr gehişte roja şeşê li bajêrê Nejefê li başûra Iraqê.
Dîdevan dibêjin dengê top û tifenga dihate bîhistin demê firokêt cengîyêt Amrîkî hindavî bajêrê difrîn.
Roja Dûşembî Mûqteda El-Sedr soz da ku heta mirin wê berevanîyê ji Nejefê ket û gazîya serok wezîrê Iraqê Iyad Ellawî qebûl nekir ku mîlîtanêt wî çekêt xwe danên û ji bajêrê derkevin.
Bi alîyekî dîve evro li Bexda bombeka ser cadê peqî demê karwanekê leşkerê Amrîkî derbaz dibû. Lê behsê çi kuştin û birîndar nehatîye kirin.