Serek wezîrê Felestînoê Ehmed Qureye'a nerazî bûna xwe diyar kir liser peqîna otombîleka bombe kirî ku hem Îsraylî û hem Felestînî bûîne qûrbanî li Ramellah.
Berêz Qureye'a gote rojnamevana ew peqîn ne di qazanc û xizmeta gelê Felestînê nebû.
Şahîd dibêjin dû Felestînî hatine kuştin û bi dehan birîndar bûn li xaleka vekolînê ya Îsraylê liser rêka Orşelîmê El-Quds.
Komela milîtanên Şûheda El-Eqsa berpirsîyarîya xwe ji hêrişên ragehand û daxwaza lêxweşbûnê ji qûrbanîyên Felestînî kir.