Serok Bushî nexşa xwe ragehand li vegohistina hêzêt Amrîkî ku dibîte mezintirîn gohrîn di 50 salêt bûrî da.
Rêzdar Bush dibêjît ew hêz dê bo Amrîka hêne vegerandin û hindekêt dî dêhnêrne hindek cihêt dî bo şerê dijî gefa çerxa 21 ya tirorîsmê û dibêjît navbera 60 hezar heta 70 hizar serbazêt Amrîkî ku li dervene dê vegerênev Amrîka.
Herwasa, Serok Bush dibêjît ev pêngave dê egerê kete ser 100 hizar endamêt malbata û karmendêt medenî.
Çaverê tête kirin ku ev hêze ji Eurupa û Asîya bêne vekêşan ku ewey cengê diwê yê cîhanî hêzêt Amrîkî li herdû ciha hene.