Iran dibêje ew gelek keftiye xema hebûna leşkerê Amêrkî li Iraq û Afghanistanê û hindek generalên Iranî hizra derbên xwe parastinê dijî hêzên Amêrkî û Israelî dikin, eger ew hest biket gefeyeka nêzîk liser wî heye.
Direngiya dûh Çarşem, wezîrê berevaniya Iranê Ali Şimxanî gote T.V. Al-Jazeera ku Tehran bê deng nabe eger gehişt wê bawerê ku Amêrka yan Israel amadekaryan bo hêrîşekê diken.
Ev têbînî têne dan li demê girjî nêv bera Amêrka û Iranê zêde dibin liser bernama navokî ya Iranê ya sava.