Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ayetulla Elî El-Sîstanî digel nênerêt melayê tûndrê Mûqteda El-Sedr dest bi danustandinêt aştiyê kirye - 2004-08-26


Rêberê mezin yê Sîa'a li Iraqê Ayetulla Elî El-Sîstanî, gehişte bajêrê Necef û digel nênerêt melayê tûndrê Mûqteda El-Sedr dest bi danustandinêt aştiyê kirye.

Serok wezîrê Iraqê Eyad Ellawî, şer rawestaneka 24 se'atî li wî bajêrê pîroz ragehand, bi wê hîviyê ku serheldaneka Sîaa bi aştî bi dumahî bêt.

Serok wezîrê Iraqê şer rawestan ragehand piştî şivê dî hêrişeka tund bi topan liser armancêt mîlîşiya hatiye kirin. Bi dehan hizar piştevanêt Ayetulla El-Sîstanî û Mûqteda El-Sedr evro li Necef yê xirve dibin, di bizavekêda ku pitir zîyan negehte wî bajêrî û mizgefta Imam Elî.

Karbidestêt Iraqê dibêjin, li bajêrê Kufe ku bi rex bajêrê Necefêye, hêrişeka bi topan liser mizgefta mezin hate kirin û 74 kes kuştin û 300 kesêt dî birîndar kirin.

Berpêsyarêt wê hêrişê hêşta diyar ne buyne ku li wî demî hate kirin ku bi hizaran kes yê xwe bo rêvecûnekê berev Necef amade diken.

XS
SM
MD
LG