Lînkên eksesibilîtî

Wezîrê derveyê Ferensa daxazek belav kir bo berdana dû rojnamevanêt Ferensî ku li Iraqê hatîne revandin - 2004-08-30


Wezîrê derveyê Ferensa Mîşê Barniyê daxazek belav kir bo berdana dû rojnamevanêt Ferensî ku li Iraqê hatîne revandin.

Rêzdar Barniyê evro li Qahîre got ku wan peyamhinêran bi zav dikir harîkariyê biken da cîhan bizanêt ka destudarê jiyanê li Iraqê çendê nexoşe û got diplomatekê mezin yê Ferensî çûyê Bexda da daxaza berdana wan rojname vana biket.

Herdû peyamhinêr berî dû rojan hatibûne revandin ji aliyê xirapkaran ku niha ji Ferensa dixazin da biryara berbend kirinê liser dersukêt Islamî li xandingehêt Ferensî rabiket.

Bi aliyekê dîve sikrtêrê komkara welatêt Arabî Omer Musa li Qahire daxaza berdana wan kir.

XS
SM
MD
LG