Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kombuna giştî ya partiya Komarî evro bo roja diwê li bajêrê New York berdewam dibît  - 2004-08-31


Kombuna giştî ya partiya Komarî evro bo roja diwê li bajêrê New York berdewam dibît piştî li dest pêka kobûnê pesna rêberiya serok Bushê hatiye dan pistî hêrişêt tirorîst li yazdey Sêptemberê.

Ji gutar xwênêt serekî yêt evro xanima yêkê Laura Bush û fermandarê California Arnold Shwarznager ku dê behsê herhatiya xwe kir ka çewa mişextekê Nemsawî anku Austria bû û bûye hevwelatiyê Amerîkî.

Herwesa li roja Dûşembî sinator John McCain pesna rêzdar Bushî da liser şerê dijî tirorîsmê û biryara azad kirina Iraqê û got "Ez evro pitir her wextekê bawer dikem ku ev kiryare ya pêtivî bû û dê hêne cêbiçê kirin û karekê di cihê xwe daye. Liser riştî û micidiya wî û riştiya wî ku bibînit bi rêkeka rewa bi dumahî têt...serok Bush ne bi tinê hejî piştevaniyêye lê cihê ser-bilindiya meye." Gutinêt sinator McCain.

Şehrdarê berê yê New York Rudolf Giuliani dîsan pesna serok Bushî da û got serok dê bedkariyê ji nav bet herçende rexne gir şik û gûmanê diken.

Çaverê tête kirin ku rêzdar Bush roja Pêncşembî berbijar kirina partiya xwe qebul biket.

XS
SM
MD
LG