Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Ferensî careka dî daxaza berdana dû rojnamevanêt Ferensî li Iraq kir  - 2004-08-31


Serokê Ferensî (France)Jack Chirac evro careka dî daxaza berdana dû rojnamevanêt Ferensî kir ku li Iraqê hatîne revandin û milîtan ji France dixazin da biryara berbend kirina dersukêt Islamî li xandingehêt dewletê ra biket.

Ev daxaze hat kirin di heman wext da ku wezîrê dervey France Michel Barnie bi seredan çuye Amman bo danusandina digel karbidestêt Ûrdunî bo berdana rojnamevanan.

Komela milîtanêt Felestînî Hemas wê jî daxaza berdana rojnamevana kir. di vidyowekê da ku tilfizyona Arabî ziman Al-Jezeera roja Duşembî nîşa day ku rojnamevana got renge ew bêne kuştin heke hukmeta Francî biryara berbend kirina dersukêt Islamî ra neket.

Parisê gutiye ew guh nadete daxaza milîtana û rêberêt Musilmana li France got tiviya hukmet çi danustandina digel revankaran neket.

XS
SM
MD
LG