Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li demêka alozkarî berdewamin evro civata nîştimanî ya berwext ya Iraqê sûnda destpêkirna karê xwe xwênd - 2004-09-01


Li demêka alozkarî berdewamin evro civata nîştimanî ya berwext ya Iraqê sûnda destpêkirna karê xwe xwênd.

Civata 100 endam ku nwêneriya komel u aynêt cuda diket li welatî, siyasetvanêt Kurd Fuad Masoum weku serokê civatê helbijart.

Ew civat dê çavdêriyê li hikmetê ket heta helbijartinêt heyva êk kanuna diwê.

Demekê kurt berî kombunê gulle top le dervey cihê kombunê keftin buna egera kuştina medeniyekê Iraqî.

Li heman dem ji ber ku hikmet bi daxwaza milîtana qayl nabit ku hêzêt Amerîkî ji devera Sedr ya netene nemînin, danustandin hatine ragirtin navbera hikmet u milîşiyayêt Muqteda El-Sedr bo dumahî înana şerî li devera Sedr li Baxda.

Li bajêrê Musil li bakur polîsekê Iraqî hate kuştin û êkê dî birîndar bu li hêrişeka bi topa liser avahiyekê hikmetê. Bi kêmî ve 17 medenî birîndar bûyne.

XS
SM
MD
LG