Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tora televisyona Erebî El-Cezîre radgehînit şirîteka vidyo geheşt boyê nîşa det ko şerkerêt Iraqî sê rehînêt Tirk dikujin - 2004-09-02


Tora televisyona Erebî El-Cezîre radgehînit şirîteka vidyo geheşt boyê nîşa det ko şerkerêt Iraqî sê rehînêt Tirk dikujin.

Kenala televisyonê ku bingeha wê ya li Qeter got wê komelê ko xwe bi El-Twhîd û El-Cîhad daya nasîn bi dirêjî behsê kuştina wan sê rehîna nekiriye.

Berî hingî polîsêt Iraqê gotibu wan sê term li ser rêkekê li bakura Bexda peyda kir bûn.

Polîsa got dû ji wan terma nasnamêt şofêrêt kamyona yêt Turkiya digel bûn lê yê sê ko weya diyare ew jî tirk bit çi nasname ligel nebûn.

Li heman dem karbidestêt Ferensa û rêberêt Musilman yêt Ferensî berdewamin liser bizavêt xwe bo azad kirna dû rojnamevanêt Ferensî ku milîtana li Iraqê gef kirîne wan bikujin heke Paris berbend kirinê liser bikarînana derokê li xandingehêt giştî ne raket.

XS
SM
MD
LG