Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kongreya partiya komariyan berev qonaxa dumahiyê diçit - 2004-09-02


Li êvareya îro pênçşembî serok Bush dê bi fermî berbijarîya partîya xwe qebîl bikit ji bo serokatîyê, li demê ku nav bera gutara xwe li kongreya partîya komarîyan dîd u buçunêt rîbaza xwe xuya dikit.

Herwesa tête çaverê kirin behsê destkeftêt serdemê desthelata xwe bikit. Jêder dibêjin rêzdar Bush de berevanîyê ji biryara xwe bikit sebaret şerê Iraqê u bersivê li kiryara trorîstîya 11 meha neh ilonê bidet. Bi pêşkêşkiran gutara wî dê dawî bi kombîna çar rojîya komarîyan bêt li bajêrê New York.

Hejî gutnêye ku kombîna wan çand kîlometran wêveî navenda bazirganîya cîhanî tête Gêran ku ji egera hêrişa têrorîstîya 11 meha neh hate heraftin.

XS
SM
MD
LG