Lînkên eksesibilîtî

Firansa radigehîne wê zaniye ku ew dû rojnamevanên Fransî li Iraqê hatîne revandin hêşta zîndîne  - 2004-09-03


Firansa radigehîne wê zaniye ku ew dû rojnamevanên Fransî li Iraqê hatîne revandin hêşta zîndîne û bi şêweyekê baş mamele gel wan dihête kirin û çaverêya azad kirina wan diket.

Wezîrê derveyê Fransê Michel Barnier ev axavtine li Ûrdinê kirin demê ew kombîna digel cîhana Erebî diket bo misoger kirina azad kirina wan rojnamevanan. Lê hêşta ne aşkeraye ka nîke ew dû rojnamevan li jêr destê çi girûpekê ne.

Demekê direng roja Pencşembî hate ragehandin ku ew teslîmê girupeka oposisyona musilmanên Sunnî hatîne kirin.

Hejî gutinêye gefa kuştina wan dû rojnamevanan hatîne kirin eger Fransa kanuna bend kirina desmanka Islamî li xandingehê giştî ranegrêt.

XS
SM
MD
LG