Lînkên eksesibilîtî

Turkiya daxaza bi dumahî înaneka bileza operasiyonên leşkerê Amerîkî diket li bajerokê Tela’fer li bakora Iraqê - 2004-09-10


Turkiya daxaza bi dumahî înaneka bileza operasiyonên leşkerê Amerîkî diket li bajerokê Tela’fer li bakora Iraqê ku jimareka zora rihiştivanên bi nejad bileza di Tûrkman li wî bajerokê ne.

Televizyona Turkî ragehand ku wezîrê derve Abdullah Gul ferman daye leşker ku peywendiyê liser astê bilind digel karbidestên Amerîkî li Washington û Ankerê biken.

Nwênerên bereya Turkmaniya Iraqî gote televizyona NTV ku 26 Turkman hatîne kuştin û 71 yên dî birîndar bîn li şer û pêkdana ku roja Pêncşembî li nêvbera xirapkara û hêzên Amerîkî dest pêkir.

Çialîyekê serbixo jimara kuştî û birîndarên Turkman pişt rast nekirye, lê leşkerê Amerîkî roja Pêncşembî ragehand ku 57 kes hatîne kûştin.

Bereya Turkmaniya Iraqî ragehand ku bi hizaran kes malên xwe hêlayne û ew Turkmanên ku kemanê wan li 18 salan zêde tre rêk bwan nehatiye dan li wî bajerokî derkevtin.

XS
SM
MD
LG