Lînkên eksesibilîtî

Sergutar: Kurda Turkiya - 2004-09-13


Raspêrê Êketiya Eurupî Guenter Verheugan pesna Turkiya da li ser pêşve çuna hatiye kirin di warê rêz girtina mafêt mirovan da.

Lê herwesa got hêşta gelek maye Turkiya biket da bigehîte pîvanêt Êketiya Eurupî. Komelêt mafêt mirovan berdewam rexna li Turkiya digirin li ser reftara wê digel Kurdêt xwe ku bi texmîn 12 milyonin.

Di wextê pênc rojêt seredana xwe da bo Turkiya rêzdar Verhogin çû seredana parêzgeha Diyarbekirê ku piraniya xelkê wê Kurdin.

Birêvebera navenda jinan li bajêrê Diyarbekirê Nebahat Akkoc gote dengê Amerîka ku Kurd bi xwe digel wî axaftin.

Raspêrê Êketiya Eurupî Verheugan pesna Turkiya da li ser guhorîn û çêkirinevêt û her ji sala 2000 hatîne kirin. Belav kirina bi zimanê Kurdî bi radyoyê ku wextekê karbidestêt Turk berbend kir bû, niha li radyo û tilivizyona dewletê belav dibît. Bergumanêt ku li dadgehêt parastina dewletê têne dad kirin pitir maf dayne wan weku mafê hebuna berevankarekê qanunî her ji wextê tête girtin. Niha hêzêt parastina Turkî rêbazeka resmî heye ku eşkence û zêdegavî nahîne qebul kirin.

Berî nûke ev sale serok George w. Bush gote xwêndkarêt Turk ku Turkiya rêkêt parastina mafêt hevwelatêt xwe peyda kirîte, " Turkiya cihê xwe di nav civaka dîmukrsê da dibîne ew jî ewe ku li diwê bîr û bawerêt xwe diçît. Daxaz ji musilmana tête kirin da bizavê bo edaletê û rewayê bo hemiyan biken û çavê xwe bidee biyaniyan û dil bi wan kesa vebît ku pêtivî pê hey û hun dizanin ku dîmukrasî misoger tirîn êke bo damezrandina civakeka bi edalet." Gutina serok Bush.

Herwesa got Turkiya rêka xwe dîtiye her weku her welatek û her kelturek li her deverekê ew rêk dîtiye. Heke edalet armanc bît hingî bersiva armancê dîmukrsiyê be.

Dirêjiya vê sergutarê ya di vê fayela dengî daye û ev gutare bîr û bo çuna hikumeta welatên yêkgirtî yên Emerîka ye.

XS
SM
MD
LG