Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok wezîrê Israelê Ariel Şaron got ew ne amadeye careka dî welatê xwe bîne ser mêzî danustandina digel Surya - 2004-09-14


Serok wezîrê Israelê Ariel Şaron got ew ne amadeye careka dî welatê xwe bîne ser mêzî danustandina digel Surya.

Di hevpeyvînek da digel rojnama Harêtz..berêz Şaron got pêşvenêrê Amerîkî Ilyot Abrams li meha 11 sala borê li demê kombunekê li Roma daxwaz ji wî kir bû hizra destpêkirneva danustandina bike...digel Surya. Belê rêberê Israelê got wî ew daxwaz ret kir.

Çendîn gerên danustandina li jêr desthelatiyên serek wezîrên cuda cudayên Israelê digel Surya kirine. Berêz Şaron gote rojnamê dê karekê gelek xeter û metirsî be danustandin destpê bikeneve li qpnaxa lê rawestiyay li sala 2000.

Wî got ew bawer nake ku Israel dê bersiva daxwazên Surya bide sebaret sinuran û pirsên avê li vî demî.

Li van dawiyan nîşan û belge hebûn ku bizavên cîhanê hene bo nû kirneva diyalokê nêbera Israel û Surya.

XS
SM
MD
LG