Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Bexda xwe-kujekî otombîleka bombe kirî bi xwe ve peqand li nêzîk karwanekê otombîlên polîsên Iraqê û bi kêmî 8 kes kuştin  - 2004-09-17


Li Bexda xwe-kujekî otombîleka bombe kirî bi xwe ve peqand li nêzîk karwanekê otombîlên polîsên Iraqê û bi kêmî 8 kes kuştin di sîyem hêrişê da dijî polîsên Iraqî vê heftiyê.

Karbidest dibêjin nêzîkî 20 kesên dî birîndar bûne li peqîna nîvro ya îro eynî li dû demê Bexda li cada Heyfa cihê ku serbazên Amerîkî şer digel xirapkara kirî demekê zûy eynî û ragehandina girtina gelek kesan.

Li roja Sêşem peqîna otombîleka bombe kirî 47 kes li dervey navendeka polîsa û li Beqube jî deh polîs û şofîrê wan hatin kuştin.

Direngiya dûhî Pêncşem û şevê dî firokên Amerîkî veşartgehên tîrorista bombe baran kirin li bajarê Felluje.

Leşkerê Amerîkî dibêje 60 tîrorist hatine kuştin belê dixtorên nexoşxanên xwe cihî dibêjin medenî di nav kuştî û birîndara da bûn.

XS
SM
MD
LG