Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi kêmî 20 kes li Kerkukê hatine kuştin - 2004-09-18


Bi kêmî 20 kes hatine kuştin û 50 kesên dî birîndar bîn li encama hêrişeka xokujî bo ser baregehê Pasewanên Niştîmanya Iraqê li bajêrê Kerkukê li bakora Iraqê. Ev hêrişa evro şembî dawîtrîn hêrişe bo ser Polîsên Iraqî û hêzên parastina Iraqê. Li Bexda otombîlek li ser rêka firokexana Bexda peqî û sê serbazên Emirîkî birîndar bîn. Li bajêrê Musil, 4 nobetdarêt Muhemed Zêbarî, karbidestê bilindê Kompanîya Petrola Bakor, hatine kuştin li bizaveka kuştina Muhemed Zêbarî, lê ew bi xwe bêy ku çi zyan bigehîtê rizgar bu.

XS
SM
MD
LG