Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok George W. Bush berevanî ji biryara xwe dike bo dagîr kirina Iraqê li gûtara xwe ji bo civata giştîya Neteweyên Êkgirtî - 2004-09-21


Serok George W. Bush berevanî ji biryara xwe dike bo dagîr kirina Iraqê li gûtara xwe ji bo civata giştîya Neteweyên Êkgirtî îro Sêşem li New York.

Wî herwesa rijdî li civaka cîhanî kir da şerê tîrorê dikin û dimûkrasîye peyda bikin.

Rêzdar Bushî rastewxo behsê têbîniyêt bawerpêkerî giştî UN Kofî Annanî ne kir ku li heftiya bûrî dayn û gûtî renge dagîr kirina Iraqî karekê ne qanûnî bît. Lê got civata tenahiyê ya Netewên Êkgirtî gefe li rijêma berê ya Iraqêkir bûn ku dê encamêt xirap heyn heke biryarêt UN cê bicê neken. Û got heval bendiya bi rêberiya Amerîka ew daxazît cihanî cê bicê kirin.

Rêzdar Bush di gûtarê xwe da bo civata giştî ji rêkxistiya cihanî xast da piştevaniya hukmeta Iraqî û Afghanî biken ku Amerîka piştevaniyê lê dikin û riwê bi rûy tirurîzmê bûne ku armanca wan têkdana helbijartinaye.

Serok Bush got: Em çaverê dikeyn ku tirurîst hêrişa zêde biken demê wextê helbijartinêt nîştimanî li Afghanistanê û Iraqê nêzîk dibît lê ev astenge rijêma mest naken ku dê paşeroja Afghanistan û Iraqê paşerojeka azad bît.

Li kombûna 59ê ya civatê, sikirtêrê giştîyê Netewên Êkgirtî (Koffî Annan) got li cîhanê bi awayêk bê şerim bê-rêzîya yasaya nêv neteweyî têkin.

Liser vê babetê, hevkaran Birusk Tugan, Homer Şêxmos, Şayan Reşîd û Canî Dylan ev raporte amade kiriye.

XS
SM
MD
LG