Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestêt wezareta dadperweriya Iraqê dibêjêt nedîre zanyareka pile bilind girtiye li Iraq li heftiya bêt azad biket  - 2004-09-22


Karbidestêt wezareta dadperweriya Iraqê dibêjêt nedîre zanyareka pile bilind girtiye li Iraq li heftiya bêt azad biket lê ev kare ne bi merema cih bi cih kirina dazanza revînkarane.

Karbidestan got pêdaçonê biser babetê her dû zanyarêt navokiyet Iraqê diken ku bi Diktora Bektirya û Xanima Anthraks têne nasîn.

Her dû jin têne gunehbar kirin bi hevkaryê li gel bernama navokiya ne qanuniya Sadam Hussainê.

Karbidestên Amerîkî ku ew her dû jin li jêr desthelata wane dibêjin ço pilaneka dem û dest bo berdana wan nîne.

Bi aliyekî dînve, milîtanêt Iraqêt ser bi desteya tîrorista Abu-Museb El-Zerqawîve dibêjêt rehîneyê dîtiryê Amerîkî kuştine û gefa kuştina rehînê birîtan Kenneth Bigley jî diken.

Çekdaran dûhî Sêşembî serbirîna Jack Hasly liser Internêtê ragehandin lê ço belgeyek aşkera ne kirin.

Îro Çar şembî karbidestêt Iraqî dibêjin wan termekî bêser ku pirtêt serî wê jî ligel bin ve dîtiye û daye destê balyozxana Amerîkî.

Termê rehînekê Amerîkî Eugene Armstrong roja Dûşşembî hate ve dîtin. Daxaza revînkaran azad kirina jinêt Iraqiye ko ji alîyê hêza hevalbendî ve hatine dest ser kirin.

XS
SM
MD
LG