Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Iyad Allawî ji bo civata tenahiya UN dê axivêt - 2004-09-24


Serek wezîrê demî Iyad Allawî ji bo civata tenahiya netewêt Êkgirtî dê axivêt sebaret rewşa parastinê û helbijartinên dahatî.

li Bexda peqîneka mezin navenda baqjarî hejand û heta niha raporta pehsê qûrbaniya ne kirye û li Felluce raport dibêjin hêzên Amerîkî gûlle barana hindek ciha kir.

Serek wezîrê demî yê Iraqê Iyad Ellawî ku dê ji bo civata giştî ya Netewêt Êkgirtî îro Eynî gûtarekê bixwîne got ew dê ji sikrtêrê giştiyê UN Koffî Annan bixwaze têbîniya xwe dawî şirove bike ku gotiye imkana helbijartina li Iraqê nîne li meha yek heta rewşa parastinê başî nebe.

deme derengiya dûhî li Washington ji bo civata têkeliyên derve di axift berêz Allawî rijd bû ku rewşa tenahiyê li Iraqê baş dibe, belê wî pênasîn kir ku renge sed li sedê ne bi selamet bin.

Demekî berî hingî û li konfiransekî rojnamevanî li Seraya Sipî serok Bush û serek wezîrên Iraqê got ew çaverê dikin helbijartin li demê xwe bêne kirin.

XS
SM
MD
LG