Dadgeheka Yemenî hukmê kuştinî da biser dû zelamên gunehbar bi hebîna rolê serekî li hêrişa biser keştiya USS Cole ya Amerîkî berî 4 salan ko bî egerê pelxîna gemîye û koştina 17 karmendêt wê.
Îro çarşembî hukmê kuştinê liser Cemal El-Berawî Yemenî û Ebulrehîm El-Neşerî Saudî hate daynan ku El-Neşrî ko li jêr desthelata Amerîkiye û bî amade bîna wî li dadgehê hate hukim kirin.
Guman liser heye ko dest di wan hêrişan da hebîye ko li Kenya û Tenzanya sala 1998 biser balyozxanêt Amerîkî hatine kirin û 224 kes bîne qurbanî.