Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestekî pile bilind yê Ukranî li Iraqê giynê xwe ji dest-daye - 2004-09-29


Karbidestekî pile bilind yê Ukranî ku li Iraqê xizmet dikir ji encama wergêrana otombîlê giynê xwe ji dest daye.

Peyvdarê wezareta perevaniye li Kiev got îro çarşembî ji encama ruydanekê otombîl Texonov hate kuştin û dû serbaz jî birîndar bîn. Bi kuştina jeneral Texonov hijmara kuştîyên Ukranî li Iraqê digehînite 9 kesan.

Hikmeta Ukranya gotiye ew bi nyaze hijmara 1600 serbazên xwe li Iraqê bikete 200 kes. Dûhî Sêşembî civata parastina nîştimanî û wezareta berevanî ya Ukranî piştevanî ji pêşnyara serok Koçman kir bo kêm kirina hijmara serbazên xwe li Iraqê.

XS
SM
MD
LG