Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jimara kiştiyên Felestînî zêde dibin li demê ku hêzên Israelê berdewam dikevne mezintrîn kempê penaberan li Ghezze. - 2004-09-30


Tankên Israelî keftine nav mezintrîn kempê penaberên Felestînî demekê zûyî îro Pêncşem û berengarî çekdarên ser û çav pêçayî û xortên kefer havêj bûn li cada serekî ya kempê.

Eve yekem hewla leşkerê Israelîye li vê kempî ewey Felestîniyan dest biser heldana xwe kirî ber 4 salan.

Şahîd dibêjin beldozeran li nêzîk derokê kempê xanî wêran kirin. Şer di nêv bera serbazên Israelî û şervanên Felestînî li Ghezze gerim bû ewey serek wezîrê Israelî Ariel Şaron gotiye hikumeta xwe...hêşta wî niyaza têdana akincî gehan heye sala bêtin.

Rêberê Israylê digel endamên partiya xwe da kom bû..belê ew rijd bû ku ew dê li meha 11 çirya paşîn nexşeyên vekêşanê dante pêş perlemanî.

Berê sipêdî serbazekî Israelê hat kuştin di boseyeka milîtanên Felestînî da û jineka Israelî jî li nêzîk akincîgeheka hate kuştin demekê zûy îro pêncşem.

XS
SM
MD
LG