Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi deyan hizar Kurd li sertanserê bakora Iraqê xopîşandan saz kirin û daxaza welatekê Kurdî yê serbixo kirin - 2004-10-02


Bi deyan hizar Kurd li sertanserê bakora Iraqê xopîşandan saz kirin û daxaza welatekê Kurdî yê serbixo kirin ku bajêrê Kerkuk paytextê wî welatê bît. Mezintirîn xopîşandan li bajêrê Silêmanî hate kirin bi amadebîna 100,000 kesan û bi pişkdarya rînêştivanên bajêrê Helebce, ku 5000 Kurd li sala 1988 li hêrişeka Kîmyawî bi biryarê Sedam Husênî li wî bajêrî hatine kuştin. Xopîşandera herwesa daxaza derêxiştina bi hizaran malbatên Ereb kirin ku li deverên Kurdî hatine akincî kirin, li çarçîva bizaveka hikometa Iraqî bu akincî kirina Ereban li herêmên dewlemend bi neftê yên welatî. Herwesa xopîşandanên dî li bajêrên Kerkuk, Duhok, Hewlêr û Xaneqîn haitne kirin ku ji layê Bizava Rîfrandoma Kurdistanê hatîne rêkxistin.

XS
SM
MD
LG