Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peqîna otomobêlekê li rojavayê Iraqê dibite egerê kuştina 10 kesan - 2004-10-06


Karbidestên Iraqî dibêjin ji sedema peqîna otomobêleka luxim kirî liber dergehê offîsa nobedarêt nîştimanî li rojavaya bajêrê Anah 10 kes hatine kuştin û pitir ji 24an birîndar bîn.

Hemdem, li Bexda, karbidestêt hukmetê û nwênerêt melayê tundrê Şîa'a Muqteda El-Sedr dest bi dan û standinê kirin bi merema bi dawî înana şer û pêkdadanê li devera Sedr.

Li alîyê başûra paytextê devera Babil hêzên Amerîkî û Iraqî bo roja diwê kiryarên tundên leşkerî rêk dixin da kontrola deverê li jêr destê xirapkaran derxen.

Bi alîyekê dinve, firokêt şervanêt Amerîkî hêriş birina ser çend avahîyên li Bexda piştî leşkerî agahîyên cihê bawerê wergirtibîn ku tagirêt Abu-Musa'ab El-Zerqawî li wêrê kombun dikirin.

Li bajêrê Besre ji encama peqîna bombeka çandî Iraqîyek giyanê xwe ji dest didet û şeş jî birîndar bîn.

XS
SM
MD
LG