Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Iraqê dû serbazên Amerîkî di dû rûydanên cuda hatin kuştin - 2004-10-07


Li Iraqê karbidestên Amerîkî dibêjin dû serbazên Amerîkî di dû rûydanên cuda da derengiya dûhî çarşem hatin kuştin.

Êk ji wan serbaza mir û diwên dî digel birîndar bûn di îrişekê da bo ser karwanê wan li nêzîk asêgeha xirapkaran li Felluce.

Serbazê dî hat kuştin û wergêrekî medenî digel birîndar bû dema li bakura Bexda hêriş liser wan hatî kirin.

Di pêşve cûneka dî da nêzîkî 240 zîndanîyên Abu-Ghrêb îro Pêncşem hatine azad kirin û alîkarîyên melayê radîkalê şîa'a Muqteda El-Sedr dibêjin melayekê navdarê alîkarê El-Seder di nav wan da bû.

Her li vê demî hatiye ragehand ku peqînek li herêma kesk li Bexda qewmî cihê ofîsên hikumeta demî ya Iraqî û balyozxana Amerîkî.

XS
SM
MD
LG