Lînkên eksesibilîtî

Li Felluce bi kêmî 12 kes kuştine û 17 yên dî birîndar kirine - 2004-10-08


Hêrişeka firokên Amerîkî bo ser veşartgehên tîroristan li Felluce bi kêmî 12 kes kuştine û 17 yên dî birîndar kirine.

Xelkê bajarî û diktorên nixoşxana dibêjin kuştî û birîndar mêvanên dawetekê bûn û zava di nav kuştiyan da bû û bûyk birîndar bûye.

Leşkerê Amerîkî çi têbînî liser serhatiyên ne dane. Daxoyaniyeka îro dibêje hêriş li demjimêr yek û nîvî piştî nîşev bû li dû demê xwe cihî û li dû agehiyên bawerpêkirî bû...jêderên wan gotibû torî tîroristî Ebu-Mesaab El-Zerqawî di avahîyê da kombûn dikir.

Ne hatiye zanîn ka eger hêrişa dawî dê bizavên rêberên eşîretan digel hikumeta demî ji nav bibin bo ragirtina hêrişên xirapkaran li Felluce.

XS
SM
MD
LG