Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peqîneka xînavî paytextê Iraqê hejand - 2004-10-10


Li encama peqîna otombîlekê nizîkî wezareta nefta Iraqê, li bakora rojhelata Bexda, bi kêmî 17 kes hatine kuştin. Karbidestêt Iraqî dibêjin ew hêriş li demekê çêbî ku xelik birev karên xwe diçûn. Her li paytextê Iraqî, hêrişberekê xokujî otombîla xwe nizîkî wezareta keltora Iraqê peqand. Birîndar bîn yan kuştina çi kesekê nehatye ragehandin. Hêrişa dûyê ya xokujî nizîk Ecadêmya Polîsê li rojhelata Bexda çêbî. Heta nîke jimara qorbanîyan nehatîye ragehandin.

XS
SM
MD
LG