Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê derveyê Russya gehişte Tehranê - 2004-10-10


Wezîrê derveyê Russya gehişte Tehranê bo danûstandina liser rêkeftinekê ku Russya kerestêt sotinê bidete Iranê bo sazgeheka navokîya nûy. Sergei Lavrov evro yekşembî got ew çaverê diket Komara Islamî hafkarîyê lêvekolêt navokî yêt Netewên Ekgirty biket û got tivye Iran peymana cîhanî liser belavnebona navokî cê bi ceh biket û hefkarîyê digel ajansa Hêza Etomîya Nêvneteweyî biket. Lê ajansa peyamêt Ferensî liser zarê rêzdar Lavrov vegêraye dibêjît ku Russya dijî hindêye ku Cîvata Tenahî ya Netewên Ekgirty tola liser Iranê danêt jiber bernama wê ya navokî.

XS
SM
MD
LG