Li Pakistanê milîtana dû mûhendisêt Çînî kirîne rehîn û gefa diken ku dê wan kûjin heke rêkê nedene wan ji kempekê der bikevin ku dora waqn hatiye girtin.
rêberekê milîtana Abdullah Mehsud gote dengê amerîka ku revankaran bombe bi xwe ve girê dayne û dê xwe û rehîna jî peqînên heke rêkê ne dane wan ku bigehneve wî nêzîkî wê deverê.
Wezîrîê ragehandina Pakistanê Şêx Reşîd Ehmed dibêjît dan û standin têne kirin bo misoger kirina berdana herdû mûhendisêt çînî ku roja şembî li devera wezîristanê nîzîkî tixûybê Afxanistanê hatibûne revandin.
Abdullah Mehsud ku berî nûke yê girtî bû li girtîxana leşkerê Amerîkî li Gûantanamo Bey li Kuba bawer tête kirin ku nûke qomandariya şerkerêt eşîreta û yêt El-Qaîde diket di şerê dijî hêzêt Pakistanê da li wê deverê.