Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok wazîrê berwaxtê Iraqê Iyad Allawî gefa kiryarên nîyên leşkerî didit - 2004-10-13


Serok wazîrê berwaxtê Iraqê Iyad Allawî gefa kiryarên nîyên leşkerî didit. Rezdar Allawî gefa kiryarên nîyên leşkerî li bajêrê netenaya Falluja Rangehand heger xelkê wê terorîstê xwastî Abu Masab al-Zarqawî Teslîm nekin.

Rêzdar Allawî ev huşdarîyê ragehandin pêşty desteya Al-Zarqawî ya Tawhîd u Jihad ragehand ku du karbidestên agehîyên Iraqî ser jê kirîne.

Desteyê navbirî di daxîyanîyaka gelek be ser u ber ku li ser malperekî Internêtê waşand ew payam belave kir. Le rastî u duristîya wê dem u dest ne hate aşkara kirin.

Heman dem hêzên leşkerê Amrîkî gotin ji enjama paqîna bombeka çandî li ser cadeyeka bakura bajêrê Mosel li jêr utumobela karwanê leşkerî du serbazêt wan hatine kuştin u pênç jî birîndar bîn.

U li bajêrê Baxda serbazakî Amrîkî hate kuşten dema karwanê wan yê leşkerî kete ber hêrişê.

XS
SM
MD
LG