Îro Pêncşembî dû peqînêt bihêza li devera kesk li Bexdayê rûyda.
Raportêt destpêkê ji zarê karbidestêt nexoşxane vegeran bi kêmîve pênc kes hatine kuştin û 20 jî birîndar bîn.
Li cihên diyên Bexdaye çekdarên nenas hakimekê Iraqî û rojnamevaneka Kurd li dû hêrişên cuda kuştin.
Li Beqube...bakura Bexda ji encama teqe kirineka, dû efserêt leşkerî Iraqî hatine kuştin.
Herwesa li bajêrê Mîsil, ji encama peqîna bombeka çandî bi kêmîve çar nobedarêt hêza nîştimaniya Iraqî hatine kuştin.