Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestêt Kurd geşbînin biramberî paşerojê - 2004-10-16


Fermandarê bajêrê Kerkukê, ku piranya rînêştivanêt wî bajêrê Kurdin, dibêjît wî we bawere ku helbijardinêt heyva yek dê pêngaveka posetîv bit birev dimokrasîyê li Iraqê. Li hevpeyvînekê digel Dengê Emirîka fermandar Ebdulrehman Mostefa xelkêt bîyanî gonehbar kirin biramberî tond û tîjîyêt Iraqê. Birêz Mostefa got şerkerêt Kurd piştîvanîya serbazêt Hevalbendî û hêzêt Iraqê kirîne û alîkarî kirye bo parastina tenahîyê li bakora Iraqê. Paşeroja bajêrê Kerkukê girngîyeka taybetî heye li nik Kurdan. Rêberêt syasîyêt Kurdan pê danaye ku Kerkuk bibîte paytextê her wilatekê Kurdî li paşerojê. Hevdem Qadir Heme Can Ezîz, serokê cîvata şehrdarîya Silêmanî û endamê Yeketîya Niştîmanîya Kurdistanê, got partîya wî û Partîya Dimokrata Kurdistanê hevhelwêstin biramberî Kerkukê.

XS
SM
MD
LG