Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li boseyekêda 9 Polîsên Iraqê hatine kuştin - 2004-10-17


Li boseyekêda 9 Polîsên Iraqî ku li xoleka meşiqpêkirnê li Urdinê vedgeryaneve hatine kuştin. Peyvdarê Polîsî li bajêrê Kerbela got roja şembî nizîkî Letîfîye hêriş ser otombîla wan polîsan hate kirn û hêrişker şîyan birevin. Herwesa li Bexda ya paytext, jimareka golle hawna keftine bingehekê kom kirna çekan li bajêrê Sedir. Ajansa dengûbasêt Reuters li ser zarê karbidestêt saxlemîyê ragehandiye ku 3 kes di wê hêrişêda hatine kuştin û bi kêmî 9 kes birîndar bîn. Hevdem li Felluce, firokêt Emirîkî hêriş kire ser bingehêt gomanlekiryêt xirapkaran û serbazêt Emirîkî li kinara rojhelata Felluce digel xirapkaran bi şerik çûn.

XS
SM
MD
LG