Lînkên eksesibilîtî

Rojnamevanekê Austuralî ku bo demekê kurt li Bexda kir bû rehîn hate berdan - 2004-10-18


Rojnamevanekê Austuralî ku bo demekê kurt li Bexda kir bû rehîn, bê ku çi ziyan bigehnê hate berdan.

Tilvizyona SBS ya Austuralî ku hindek xerciya wê hukmeta Austuralî di det, ew rojnamevan bi navê John Martînkes da nasîn ku bo wê Tilvizyonê kar diket...Rêzdar Martînkes êkemîn Austuraliye ku heta nûke bûye rehîn li Iraqê.

Wezîrê dervey Austuralî Alîksender Dawner evro got dest û darê rêdar Martînkes yê başe û dê heta çend rojêt dî vegerêtev Austuraliya. Rêzdar Dawner got rojnamevan cû bû taxeka Bexda da rportekê amade biken herçende şîret lê hatibû kirin da neçît.

Rêzdar Martînkes piştî geheştiye Ûrdunê gote peyamhinêran ku revankaran reftareka başî digel wî kiriye.

XS
SM
MD
LG