Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Iraqê çar nobedarêt nîştîmanî hatine kuştin û heta 80 jî birîndar bûn - 2004-10-19


Wezareta berevaniya Iraqî dibêjin çar nobedarêt nîştîmanî hatine kuştin û heta 80 jî birîndar bûn bi hêrişeka xirpkaran evro li ser bingehê wan li bakura Bexda.

Wezareta berevaniyê dibêjêt xirapkaran jimareka topa havîtne bingehê nobedaran nêzîkî Tacî û helîkopterêt hevalbenda birîndar vegohastine nexoşxana.

Bi aliyekî dîve leşkerê Amerîkî dibêjît firokêt kirine ser hindek xaniya û ombarêt çeka li Felluce kû tirorîstêt Ebu-Mesaab El-Zerqawî yê ser bi El-Qayde bikar di înan.

Roja dûşembî, serok wezîrê berwext yê Iraqî Iyad Ellawî ji xelkî Felluce xast da şerkerêt biyanî ji bajêrê xwe der-bêxin an jî dî rûy bi rûy hêrişeka leşkerî bin.

XS
SM
MD
LG