Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Collin Powell dibêjît Amerîka ya jê bêt ya diket ku gelê Iraqê bişêt li dûmahiya heyva êk Kanûna Diwê helbijartina biken - 2004-10-19


Wezîrê derve yê Amerîka Collin Powell dibêjît Amerîka ya jê bêt ya diket ku gelê Iraqê bişêt li dûmahiya heyva êk Kanûna Diwê helbijartina biken.

Li hevpeyvînekê da digel rojnama USA Today, rêzdar Powell got rêka serekî ku helbijartin li wext bêne kirin ewe ku tenahî hebît bo hibît û bo hindê jî pêtivî hêzêt Iraqî bêne pêk-înan û bi diristî çek û destgeh hebin da bişên karî xwe biken.

Rêzdar Powell got ew hizir nakat kû kom bûna bilind ya nav neteweyî liser Iraq pitir hêzêt biyanî li hevalbendiya bi rêberiya Amerîka zêde ken herweku berbijarî serokî yê dîmokrat Jhon Kerry gotî rêzdar Powell got ew neşêt bêjêt kengî hêzêt Amerîkî dê ji Iraqê derkevin û got vekêşana wanjî dê qonax bi qonax bin.

XS
SM
MD
LG