Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Offîsa ajansê Care International got wê tevaya kar û çalakên xwe li Iraqê rawestandine - 2004-10-20


Rêkxistiya Care ya Auturalî dibêje ne xûyaye ka çewa û ji ber çî xanim Margerît Hesen hatiye revandin. Belê ew bawer dike ku hêşta bi selamete û çi ziyan ne-gehayê.

Çalakên wê komela Iraqî ya xanim Margerît rêberatiya wê dike, rastew xwe ji Sidnya Austuralî tête bi rêve birin.

Offîsa ajansê li Austuraliya îro Çarşem got wê tevaya kar û çalakîyên xwe li Iraqê rawestandine, herçend wê karmendên xwe ne vekêşane.

Dûhî Sêşem tilvizyona El-Cezîre vîdiyoyek nîşan da bi rêvebera wê rêkxistî mirovanî dijwerekê da rûniştî bû û gelek ne rehet bû.

Robert Gilasêr serokê rêkxistiya Care ya Austuralî got hemû bizav dê bên kirin bo azad kirina xanim Margerît.

Rêxistî Care ya nêv neteweyî êke ji mezintrîn ajansên mirovanî li cîhanê û li dehan welatên Afrîka, Asiya û rojhelata Eurupa karî dike.

XS
SM
MD
LG