Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerê Amerîkî li Iraqê dibêje firokên Amerîkî pêtir hêriş kirine ser armancên milîtanên ber gûman şevê dî li Felluce - 2004-10-22


Leşkerê Amerîkî li Iraqê dibêje firokên Amerîkî pêtir hêriş kirine ser armancên milîtanên ber gûman şevê dî li Felluce.

Leşker dibêje armanca hêrişan hêrişan embarên çeka bûn.

Herwesa karbidestên Amerîkî dibêjin demekê berî hingî şer bû di nêv bera marînsên Amerîkî û xirapkaran li wê herêmî...belê ew dibêjin hêzên Amerîkî ne keftin bajarî bo destpêkirina şeran.

Jêderên nexoşxana li Felluce gote peyamnêran bi kêmî 7 kes di şeran dehatine kuştin, her çî lişkerî Amerîkî ew raport pişt rast ne kirine.

Bi aliyekê dî ve serek wezîrên dem yên Iraqî Iyad Ellawî got tîrorstî bi esil Ûrdunî Ebu-Meseb El-Zerqawî li Felluce veşartiye û hoşdarî da ku bajar dê bikefte ber hêrişeka dî ya mezin...eger xelkê bajarî wî ne dene dest.

XS
SM
MD
LG