Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê derve yê Emirîkî seredana Çînê diket - 2004-10-24


Wezîrê derve yê Emirîkî li Çînêye bo danûstandina liser Taywanê û kêşeya bernama çekêt navokî ya Korya Bakor. Birêz Powell evro ji Japonê gehişte Pekînê ku li wêrê got ya girnge bo Korya Bakor pişkdaryê di danûstandinêt şeş alî biket liser bernama wê ya navokî. Birêz Powell herwesa got tivye Korya Bakor qanoneka nuya Emirîkî ku rexna li sicla mafêt mirovan li Korya Bakor digirit û yan jî meşqêt hêzêt deryayî nekete behane da pişkdarîyê di kombîna neket. Roja eynî Korya Bakor got meşqêt hêzêt deryayî yêt 9 welatan û qanona Emirîkî liser mafêt mirovan li Korya Bakor neyarîya Emirîka dijî Korya Bakor pitr diket.

XS
SM
MD
LG