Lînkên eksesibilîtî

Encamêt destpêkî yêt helbijardinêt serokatîya Efganistanê we dyar diken ku Hamid Karzay di helbijardinada serkeftîye - 2004-10-24


Encamêt destpêkî yêt helbijardinêt serokatîya Efganistanê we dyar diken ku serokê Efganî yê berwext Hamid Karzay di helbijardinada serkeftîye û hefrikê wî yê serekî Yunis Qanonî yê pênasîn bi şikista xwe kirye. peyvdarekê rêzdar Qanonî dibêjit ew dê rêzê li dengê gelê Efganî girît her çende ew we bawer diket ku fend û fêl hatibone kirn. Tîmeka Netewêt Ekgirtî ku zêrevanîya dengdanê dikr vekolînê liser fend û fêla diket. Heta nuke pitr ji %94 deng hatîne jimartin, rêzdar Karzay %55 deng wergirtîne û rêzdar Qanonî pitr ji %16 deng wergirtîne.

XS
SM
MD
LG