Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ariel Şaron dibêje ew milkeçî yaxîbûyên partiya Lîkud nabe  - 2004-10-27


Serek wezîrên Israelê Ariel Şaron dibêje ew milkeçî yaxîbûyên partiya Lîkud nabe ku gefeya dest ji karkêşanê diken eger daxwaza rîfrandomeka nîştimanî neke liser neşeyê wî bo vekêşanê ji Xeze.

Piştî razî bûna perlemanî liser neşeyê vekêşanê û di jê cûda bûneka siyasî da çar ji wezîrên serekî yên hikumtê gefeya dest ji kar kêşanê dan eger di demê dû heftiyan da rîfrandomek ne ête pêk înan.

Hindek şareza dibêjin renge dest ji kar kêşana wezîran, aloziya bo serek wezîr Şaron dirûst bikin...belê di daxûyaniyeka belav kirî da îro çarşem, berêz Şaron rijd bû liser helwêtê xwe bo vekêşana pêtir ji 8 hezar akinciyên Israelî ji Xezze û 4 akincîgehên piçûk li kenarê rojava heta sala 2006. wî gote rojnama Heratz, ew jiber danana ji bo gefeya nake û serek wezîrên Israelê diwê bawerê daye rîfrandom dê bine egera girjiya di nav xelkê Israelê da.

XS
SM
MD
LG