Lînkên eksesibilîtî

Jêderên nêzîkî rêberê Felestînî Yasir Erefat dibêjin rewşa wî ya saxlemiyê xetere  - 2004-10-28


Jêderên nêzîkî rêberê Felestînî Yasir Erefat dibêjin rewşa wî ya saxlemiyê xetere û razî bû liser vegohastina wî bo dervey bingehên wî li Ramellah. Jêder dibêjin li çend dem jimêran dî ew bête vegohastin.

Tîmên diktorên biyanî ji Mîsrê, Tûnis û Ûrdunê biryar dan ku rewşa rêberê Felestînî pêtivî bi vegohastinê heye bo dervey bingehên desthelata Felestînî.

Dûhî Çarşem reşa saxlemiya rêzdar Erefat xirap bû, piştî keftî û bo demekî kurt bê hoş bû û hûwîrkarî liser tendrustî ya wî nehatine ragehandin.

Serek wezîrê Israelî Ariel Şaron û hevberê wî yê Felestînî Ehmed Qureya bi tilîfonê behsê çareserya saxlemiya berêz Erefat kirin.

Karbidestên Israelî dibêjin berêz Şaron razî bûye liser hemû pêtiviyên saxlemiyê bo berêz Erefat û eger pêtivî bû rê bête dan bi firokê bête vegohastin.

XS
SM
MD
LG