Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok wezîrê Iraqî dibêjît demekê zor kurt maye bo çareser kirna kêşeya Fellucê bi rêkeka aştîyane - 2004-10-31


Serok wezîrê Iraqê Eyad Ellawî dibêjit bêna hikometa wî kurt buye biramberî çekdarêt Fellucê û demekê zor kurt maye bo çare kirna kêşeya wî bajêrê bi aştîyane. Serbazêt Emirîkî xwe amade kiryne bo encamdana hêrişeka mezin bo ser bajêrê Felluce, ku we bawer dihête kirn çend hizar çekdarêt xwecihî û byanî li wî bajêrê bin. Birêz Ellawî got desthelatdara 167 xirapkarêt ereb yêt ne Iraqî girtîne û di hêne dadgehî kirn. Wî herwesa got 4 kes, ku we bawer dihêtê kirn alîkarêt bilindêt rêberê tîroristî Ebu Museb El-Zeraqwî bin, hatine kuştin. Hevdem, hatîye ragehandin ku bi kêmî 6 kes hatine kuştin û 8 kesên dî birîndar bîne li şer û lêkdanêt nêvbera hêzêt Emirîkî û xirapkaran li bajêrê Rûmadî.

XS
SM
MD
LG