Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sergutar: Harîkarî bo Iraqê. - 2004-11-01


Nunerên pitir ji 50 welatan li netewên Yêkgirtî û rêxistîyên dî li Tokyo ya paytextê japonê kom bûn bo baskirina bilezkirina harîkariyê bo Iraqê. Ev kombûne dirijiya konfiransekê bu ku sala 2003 li Medrîd, Ispanya hatibûye kirin. Li wî demî, welat û rêxistiyên pişikdar di wê konfiransê da sozdan 30 milyar dolara wekî deyn û alîkarî bidene Iraqê. Ross Mountain, ku karbidestekê Netewên Yêkgirtîye dibijit pêşveçon bi wî rengî niye ku me hîvî dikir, ji ber astengên rewşa tenahiyê li Iraqê. Mehdi Hafedh, wezîrê nexşe danana Iraqê dibêjit zorîna pişkên welatî tenahin. Tundûtîjî bitinê li 3 li 18 parêzgehên Iraqê heye. Barham Salih, cêgirê serok wezîrê Iraqî gote karbidestên pişikdar li kombunê ku alîkariya welatê wan di dumahiyê bi tîrorîzmê înit. Ew dibêjit “ hîvîdarîn paş ne êxîn. Wextê hindêye ku nuke pêgirtineka micid bikeyn. Û soza xwe nuke bi cih bînîn.” Emerîkayê nêzîkî 21 milyar dolar wekî alîkarî bo Iraqê dabîn kirye li demê dû salên borî. Cêgirê wezîrê derve yê Emerîkî Richard Armitage dibjit Emerîka nuke bizavê diket da van alîkariya bi leztir bigehînîte destê Iraqiyan. Nuke Iraqê hikumeteka xudan serdarî heye. Berêz Armitage dibêjit zor giringe ku helbijardin li demê xwe li heyva yêk bihête encam dan û ew sozên ku hatîne dan bihêne bi cih înan.

XS
SM
MD
LG