Karbidestên Iraqî dibêjin bi peqîna otumbêleka bumbe kirî li Bexda şeş kes hatine kuştin û bikêmîve 10 jî birîndar bun. Û di peqandineka dî da ku armanca wê karwanekê leşkirê Iraqî bû li Musilê dû nobedarên nîştîmanî hatine kuştin û jimareka dî birîndar bûn. Karbidestên wezareta navxwe dibêjin hêrişa li Bexda hatiye kirin li dervey avahiya wezareta perwerdê bû. Ajansa peyamên Associated Press li ser zarê polîsa vegêrave dibêjîn ku hêrişa li Musilê hatiye kirin armanca wê qumandarê hêzeka taybetî ya leşkirê Iraqî bû ku çi zyan negehîştinê. Bi aliyekê dîve hêşta çi dyar nebuye li ser çar ji şeş kesên li ofîsên kompaniyeka Saudî duhî hatîne revandin çi dyar nebuye. Yêkê Emerîkî û yêkê Nîpalî û yêkê Filipînî û bikêmîve yêk nubedarê Iraqî dyar nîne. Û dû kesên dî ku hatibune revandin hatine berdan. Û li Kerkukê xirapkaran bikêmîve yêk borya neftê peqandiye û buye egera ragirtina hinartina petrolê û agir vemir xebatê diken bo vemirandina agrî. Ev boriya nefta bakur neftê dibete Turkiya.