Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Bush serkeftin bidestve îna di helbijartinên serokatiyê da  - 2004-11-03


Seraya Sipî dibêjit berbijarê partiya dymokrat Sinator John Kerry pênasîn kir ku Serok Bush serkeftin bidestve îna û bo çar salên dî dê li ser desthelatê mînit. Senator John Kerry bi rengekê fermî ragehand ku Serok Bush di helbijartinên serokatiyê da bireve. Wî li bajarê Bosot axift û got wî bi telefonê ligel serok Bush û xanima wî axift û pîrozbahiya wana kir. Ev ragehandine 12 demjimêran piştî wêye ku piraniya bingehên dengdanê hatine daxistin û pêşbîna we hizir dikir ku ehtimale encama dengdanê heta demekî nedyar bêne paş xistin. 99 ji sedê ji raportên dezgehên ragehandinê dibêjin Serok Bush 51 ji sedê dengên giştî birneve û Senator Kerry 48 ji sedê bireve. Piştî babê wî, serok Bush berbijarê yêkêye ku dengên giştî bidestve tînit.

XS
SM
MD
LG