Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sergutar: Biryara I'damê li ser kiçeka Iranî.  - 2004-11-03


Raportên ku behsê karbidestên dadperweriya Iranê kirî ku biryara I'damê li ser kiçeka 13 salî day ku bi kevir û bera bête kuştin bû cihê nerazî bunê li seranserî Cîhanê. Li duî vegêryana deng û basan, Jîla Izadî xelkê bajarê Merîwane li bakura rojava Iranê.

Ew hatibû ducan kirin ji aliyê birayê wê yê 15 salîve û zarokê wê di girtîxanêda peyda bibû. Dadyarekê xucihî biryara kuştinê li serda û birayê wê Bextiyar hate zindan kirin. Emerîka bitundî nerazî buna xwe dyar kir li ser dadperweriya Iranê. Û reftara wê digel Jîla Izadî û daxaz kir ku dem û dest bete berdan.

Ev serhatiye belave bû piştî rejêma melayên Iranê kiçeka dî ya 16 salî Atifê Recebî li bajêrokê Nîka li bakura Iranê bi sîdarê I'dam kirî li du gotina karbidesta bi guneha li dest dana kiçîniya xwe. Herwesa raport behis diken ku melayên desthelatdarên Iranê rojnamevan û xwêndkarên cudabîn girtîne herwesa jinêt ku cil û bergêt dirust li duî desturê Islamî diber nebin.

Nerazîbuna navnetewey li ser niyaza Iranê bo kuştina kiçeka dî ya nubigeh we ya dyare egera xwe kiye. Ajansa peyamên komara Islamî IRNA li ser zarê jêderekê agehdar li dadperweriyê vegêrave dibêjit gunehbar û tawanbarekê dî dayne destê karbidestên xwucihî da bi zîndanê bêne hukim kirin.

IRNA dibêjit li duî şerî'eta Islamê ku li sala 1979 piştî şorişa Islamî êxiste dinav qanuna medenî da cizayê zinayê kuştine bi bera. Lê karbidesta razî buna xwe dyar kirye ku jitêvla hindê bêne zindan kirin. piştevan û berevanêt Jîla Izadî di xema destudarê wê dane.

wê çi berevankarên qanunî nîne û çi jêder nîne daxaza guhartina hukmê wê biken. Karbidestên Iranî ku nehatîne helbijartin renge bi sanahî hukmê I'damê li ser biden û bi bera bikujin piştî di bîte 18 sal an jî li demekê dî.

Serok George W. Bush dibêjît serbilindî û kerameta mirovan pêtivî bi mafên xwe heye ku nahêne ji dest dan. Ewjî li duî rola qanunê, desthelata dewletê vebir diket li ser azadiya axiftinê, azadiya olî, wek hev vîya dadperweriyê û rêz girtin li jinan.

Serok Bush dibêjit: " Li dumahiyê mafên jinan û hemî mirovan dê bitinê bi rêka azadiyê û dîmukrasiyê hête parastin. Mafên mirovan di nav desturî da têne dyar kirin ewjî parçekin ji qanunê û ji aliyê civakêve têne parastin. Emerîka piştevaniya gelêt tepeser diket li Cîhanê. Tivya em bi ruhin û aşkeray behsê azadiyê bikeyn û em dê keyn."

Serok dibêjit dibêjît heke dadperwerî armanc bît bersiv dymukrasiye. û Emerîka sozê didet ku piştevaniya dymukrasiyê biket li seranserê cîhanê û harîkariya wan biket ku xebatê diken da ronahiya azadiyê bibînin.

XS
SM
MD
LG